Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efserekê bilindê leşkerê Iraqî hate revandin - 2005-04-05


Karbidestêt Iraqî dibêjin çekdaran efserekê bilindê leşkerê Iraqî revandin.

Polîs dibêjit xirapkaran jeneralê leşkerî Jalal Mohammed Saleh îro sêşembî ji otumbêla wî rakêşane derê li rojava Bexda û birin. Çi kesê heta nuha berpirsyarîya wê kiryarê bi stoyê xweve negirtîye. .

Li rojhelata Bexda, Leşkerê Emerîkî dibêjit dû serbazêt Emerîkî û yêkê Iraqî hatine kuştin li demê pêkdadanekê navbera wan û hêzêt xirapkaran.

Belavokeka leşkerî got wî şerî demekê dest pêkir li dumahîya roja dûşembî, li demê ku dû betalyonêt leşkerî ruî bi ruî hêzêt dujminan bun li parêzgeha Diyala li rojhelata welatî.

Çi zanîyarî li dem û li dest nehatîne ragehandin ka çend xirapkar hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG