Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizaran xelik di rêza de rawestane bo dîtina dawîya laşî Papa John Paul li kenîseya St. Peter li Roma - 2005-04-05


Hizaran xelik bi se'etan di rêza de rawestane bo dîtina dawîya laşî Papa John Paul li kenîseya St. Peter li Roma berî rê û resmêt veşartina direngîya roja heynî.

Îro sêşembî û bo roja dwê behîdar li rêzên dirêj rawestiyane heta bigehin nêzîk laşê ûldarê mezinê Kasolîka.

Dezgehêt ragehandina Italya ji zarê karidestan raport dikin dema dibêjin bi kêmî 400 hezar kesan xatira dawî ji Papa John Paul xwest.

Her li vê demî kardînalên kenîseya Kasolîka Romî kom dibin bo behis kirina helbijartina rêberê bêt yê milyar û sed milyon kasolîkên cîhanê.

Peyvdarekê Vatîkan got hêşta çi roj nehatîne dest nîşan kirin.

XS
SM
MD
LG