Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelamê hewla kuştina Papa John Paul day daxaz kirye li veşartina mezintirîn ûldarê Kasolîk amade be - 2005-04-05


Her li vî demî zelamê hewla kuştina Papa John Paul day li sala 1981 daxaz ji karbidestên Turk kirye demekê kurt ji zîndanê der bêxin heta li veşartina mezintirîn ûldarê Kasolîk amade bibe.

Berevankarê Muhemed Elî Egça got wî ew daxaz ji wezîrê dadî kirye.

Li roja yêkşembî, berêz Egça li zîndana xwe ya li Estenbulê got wî birayê xwe yê ruhî ji dest da û ew gelek kefte xema mirina Papa John Paul.

Li sala 1981 û li meydana St. Peters Egça teqe ya kuştinê li Papa kir belê Papa bi selametî rizgar bû. Dû salan piştî hingî Papa seredana Egça kir li zîndaneka Italya.

Egça 19 sala hukmê zîndanê li ser hatibû danan belê Papa ji wî xweşbû. Û li sala 2000 ew hate teslîm kirin jibo Turkya û 17 sal zîndan li ser hatin danan jiber tawanên berî hîngî wî li Turkya kirîn.

XS
SM
MD
LG