Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê nuî yê Iraqê dibêje êdî li Iraqê çîdî ferq û cudahî nabe û Iraqî dev yasayê wek hevin  - 2005-04-06


Celal Talebanî yê ku serkêşîya xebateka dirêj dem kirî jibo serxwebuna Kurdên Iraqê bi piranîya denga hat helbijartin bo serokatîya welatî. wî gote rojnamevana Iraq dikevite qonaxeka nuî. Berêz Talebanî dibêjit " eve dê wê me'nayê didet hemû Iraqî li du yasayê wek hevin, mebesta êdî ferq û cudahî nabe." Dengdan jibo rêzdar Talebanî bi rêkû pêkî û bilez bû û nîşana hindê bû ku heftîyên miştumirên Iraqîyan bo pêk înana hikumeta nuî bi dawî hat. Li bere rêzdar Talebanî û herdû cêgirên wî li roja pênçşembî sundê bixun. Di pêra ew dê serok wezîr dest nîşan bikin, ku pêşbînî heye rêberê şî'e Ibrahîm el-Ce'ferî be. Evca ji cem xweve ew dê hikumeta nuî damezrînit.

XS
SM
MD
LG