Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Salvegera xembara Kuba - 2005-04-06


Berî dû salan rejêma komyonist ya diktatorê Kuba Fidel Castro sed kes girtin û li dadkirineka kurt û vebir 75 jiwan hukim kirin navbera şeş heta heşt salan. Ewêt ku hatîne hukim kirin bizavkarêt dymukras xaz bun, bi tinê guneha wan ewe bû ku daxaza mafêt gelê Kubî dikir.

Gelek ji kesêt ku zîndan kirîn piştevanêt rêxistîya aştîxaz ya proja Varela bûn. Eve bizavek bû bo rîfirandomekê li ser guhorînkarîyê di hikumeta Kubî da. 25 hizar Kubîyan dû daxazname mur kirbun bo piştevanî kirina rîfirandomê.

Daxazname pişkeşî civata nîştimanî ya Kuba kirin, lê pîte bi wan nehate kirin. Li Şîna hindê, rejêma Castro î kesêt têkelî bizava dymukrasî bibun tepeser kirin. di nav wan da Hector Palacious û Oscar Elias bûn ku her yêk li wan hukmê 25 sala zindan li ser wan hate danan.

Paul Rivero Marta Beatriz bi dû salan zîndan hatine hukim kirin. Li heyva 8 Tebaxa sala 2004 ê karbidestêt Kuba Nivaldo Diaz Castello girt ku yêk bû ji rêberêt piroja Varela. Berî bête azad kirin gef lê hatine kirin û her tiştekê ku digel bû jê hate standin.

Peyvdarê wezareta dervey ya Emerîka Adam Ereli dibêjit ewey rejêma Castro sala 1959 hatîye ser desthelatê, ewey hîngî rêkê nadet çi bizavêt siyasî bêne kirin û welatîyêt Kuba ji mafêt wan yêt serekî bê bar kirîne.

Rêzdar Ereli dibêjit " welatêt yêkgirtî yêt Emerîka û welatêt dî li cîhanê rêkê naden ku ev qehrimanêt mafêt mirovan bêne ji bîr kirin û nahêlin xebata wan bo azadîyê bi avêda biçit."

Raporta vê dumahîyê ya wezareta derve ya Emerîka li ser mafêt mirovan behsê gelek zêdegavîya diket ku berdewam rastewxo yanjî nerastewxo ji alîyê rejêma Kastro têne kirin. Li heyva 4 nîsanê sala 2004 bitlêt ku pîsatîya mirovan têda bû di mala Henry Samuel li Hevana hatine wer kirin. Henry Samuel serokê bizava komarî ya guhorînê ya dymukrasîxaze li Kuba.

Elsa Morejon ragehand ku li wê salê gelek xelik li dur mala wê xirbun û bi dengekê bilind digotine wan bê iman û bê rêzî li malxuyê wê, bizavkarê mafêt mirovan Elias Biscet hate kirin. Li Heyva 4 nîsana sala 2003 hukmê 25 sala zîndanî li ser wî hate danan jiber ku bi bêdengî di malda dest ji xarinê kêşabû. Kesêt ku piştevanîya mafêt serekî li Kuba diken berdewam têne girtin û eşkencedan.

Peyvdarê wezareta derve Ereli dibêjit gelê Kuba hejî hindêye ku hukmetek hebit pêgirtinê bi dymukrasîyê biket û bidirustî rêzê li mafêt mirovan bigirit.

( Ev gutare bîr û boçûnêt hikumeta Welatêt Yêkgirtî yêt Emerîkaye. Heke te bivêt guh bideye wê gutarê, vê fayela dengî li ser vî perî klîk bike.)

XS
SM
MD
LG