Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqînek li paytextê Misrê qewimî û bû egera kuştina 2 kesa - 2005-04-07


Peqînek li devereka torista li paytextê Misrê qewimî û bû egera kuştina dû kesa û biryndar bûna 17 kesên dî.

Raportên dest pêkê radgehînin ku polîs li bajêrê kevin ya Qahire lêvekolîn ligel şahidan dikirin ku digotin hêrişvanekê li ser matorsiklê ew hêrişe encam da. Lê heta nuha hikumetê çi belavokn resmî belav nekirine.

Wezareta navxwe ya Misrê dibêjit ew herdûkên hatine kuştin hatine nasîn, ku yêk ji wan jineka Ferensîye û ya dî Emerîkîye.

Şahid dibêjin bi demekê kurt piştî hîngê bi sedan polîsa dewru piştên wê deverê girtin û bazarê wê deverê û dukan da êxistin.

XS
SM
MD
LG