Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hezbulla dibêjit dê danustandina li ser bê çek kirina xwê ket heke Israel ji devera tuxubî ya kêşe li ser xwe vekêşit - 2005-04-08


Desteya milîtan ya Libnanî Hezbulla xuya kire ku dê amade bit danustandina li ser bê çek kirina wê ya bi meric biket heke Israel ji devera tuxubî ya kêşe li ser xwe vekêşit.

Cîgirê rêveberê Hezbulla şêx Naim Kassem gote rojnama Financial Times ya Lendenî bê çek kirina ku ji alîyê Waşinton û Netewêt Yêgirtî hatîye daxaz kirin, ehtîmale rêkê bo çekdarêt Hezbollah veket bibine rengekê leşkerê yedek ku ligel hikumeta Libnanî karî biket.

Lê wî got axiftin li ser wê meselê ihtîmale nehêne kirin heke Israel li mezre’êt Şeb’e bimînin, ku devereka biçûke li ser tuxubî û li sala 1967 li demê şerê rojhelata naverast ji alîyê Israelê vehate dagîrkirin.

Libnan û Surya dibêjin ew dever ya Libnanê ye, li demê ku Netewêt Yêkgirtî dibêjitê devera Surya ku ji alîyê Israelêve hatîye dagîr kirin.

Axiftin li ser bê çek kirina Hezbullah dest pêkirineve li demê ku Surya dest pêkir hêzêt xwe ji Libnanê vekêşit piştî kuştina serok wezîrê berê yê Libnanê Refîq el-Herîrî.

XS
SM
MD
LG