Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi hizaran polîsê Israelê bo bajarê kevnê Orşelîm hatine veguhastin bo nivêja roja heynî ya musilmana - 2005-04-08


Bi hizaran polîsê Israelê bo bajarê kevnê Orşelîm hatine veguhastin bo nivêja roja heynî ya musilmana da we neken tundutîjî çê bin piştî tunrêyên cihî pilan danyn li nêzîkî wêrê kom bin. Polîsê Israelê li rex û çanên çone jora bajarê kevin û dormandorê mizgefta al-Eqsa girtine. Çekdarên Felestînî gefe kirye ku ew dê agir-bestê têkden û tolê li Israelîyan wergirin eger xwenîşanderên cihî biçine di nav wê mizgeftê da. Akincîyên cihî berî nuke gefe kibûn ku ew dê mizgefta el-Eqsa bikar înin weku xwenîşandanê li dijî pilana Serok wezîr Ariel Sharon bo xwe vekêşanê ji devera Xezza û hindek akincîgehan li Kenara Rojava.

XS
SM
MD
LG