Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên parastina Iraqê bi piştevanîya serbazên Emerîkî bi dehan xirapkar girtin - 2005-04-11


Hêzên parastina Iraqê bi piştevanîya serbazên Emerîkî dehan xirabkarên berguman girtin li demê bi ser dagirtinekê de îro dûşembî li navenda Bexda.

Daxuyanîyeka leşkerê Emerîkî radgehîne ku pêtir ji 500 serbazên Iraqî û polîsan pişikdarî di kiryarê binavê bahoza pêşeng ku li herêma el-Reşîd bû.

Hêzên hevalbenda piştevanîya hêzên serbazîyên Iraqê kir û di mezintirîn kiryê hevpişk de li heftîyên dawî.

Bi alîyê xweve serokê nuîyê Iraqê Celal Talebanî got ew hîvî dike di demê dû salên bên de hêzên hevalbenda ji Iraqê derkevin ewjî piştî damezrandina hêzên leşkerê Iraqê.

Jibo nuha serok Talebanî gote telefizyona CNN ya Emerîkî Iraqê hêşta pêtivî bi hêzên byanî heye. Milîtanên endamên piranîya Şî'eyan li Iraqê xwenîşandanek rêxistibû û daxaza vekêşana demu li dest ya serbazên Emerîkî diket.

XS
SM
MD
LG