Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Emerîka jinîşkêve seredana Iraqê kir - 2005-04-12


Wezîrê Berevanîya Emerîka Donald Rumsfeld dibêjit giringe ku hikumeta nuî ya Iraqê kesên taybetmend û jêhatî bo birêvebirina wezaretên Iraqê dest nîşan biket û xwe ji ya dibêjitê “ sergêjîya ne pêtivî ” duîr bêxin.

Rêzdar Rumsfeld ev têbînîye îro pênçşembî, li rêka xwe da ku diço Iraqê, gotin ku wî serdaneka ji nîşkêve ya hêzêt Emerîkî li wî welatî kir û ligel rêveberên nuî yên demî yên wî welatî kom bû.

Li heman dem, li Musil, otumbêleka bombe kirî peqî ku armanca wê karwanekê leşkerê Emerîkî bû û 5 medenî kuşt û bû egera biryndar bûna 4 medenîyên dî. Li demekê kurt li piştî hingî bombeka dî li nêzîkî karwanekê dî peqî.

Hikumeta Iraqê dibêjit wê, Fadhil Ibrahim Mahmud al-Mashdani, endamekê berê yê bilindê hizba Baath ya Sedam Husênî desteser kire ku guman heye hêrişên xirapkaran rêk têxist û harîkaîya diravî bo wan hêrişan dabîn dikir.

XS
SM
MD
LG