Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Emerîka dibêjit her karekê pêşveçona Iraqê ragire necihê qebulêye - 2005-04-12


Wezîrê Berevanîya Emerîka Donald Rumsfeld dibêjit giringe hikumeta nuî ya Iraqê ji kesên taybetmend û jêhatî bête pêk înan bo birêvebirina wezaretan û 'ser gêjîyeka nepêtivî' ji xwera dirust neke.

Berêz Rumsfeld ew têbînî dan li demê seredana ji nîşkêve bire Iraqê îro sêşembî. Wî seredana serbazên Emerîkîjî kir û digel rêberên nuî yên welatî kom bû.

Wî got ew razîbû ji kombunên cuda digel Serokê Iraqê Celal Talebanî û Serok Wezîr Ibrahim al-Jaafari. Rêzdar Rumsfeld dibêjit " Em keyf xweşîn bi karê hatî kirin. û hîvîya çakîyê ji wanre dikeyn dema ew hizra paşeroja xwe dikin û vê qonaxa giringa hikumeta veguhastinê."

Wezîrê Berevanîya Emerîka got her karekê pêşveçona Iraqê ragire necihê qebulêye.

XS
SM
MD
LG