Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Israelê rijdî li serokê Misrê kir alîkarîyê bike bo baş kirina peywendîyên Israelê digel cîhana erebî - 2005-04-12


Wezîrê Derve yê Israelê rijdî li serokê Misrê Hosni Mubarak kir alîkarîya nerim rêyên Felestînî bike û alîkarîyê bike bo baş kirina peywendîyên Israelê digel cîhana erebî.

Piştî kombunê digel rêzdar Mubarak li Qahire Silvan Shalom got wî ji serokê Misrî xwest desthelata xwe bikarbîne bo pişt rast kirina nerim rêyên Felestînî ecendeyekê danin li şuîna komelên tundrê dijatîya piroseyê aştîyê biken. Kombuna Qahire piştî baş buna têkelîyên herdû welatan bû li mehên dawî.

Her îro sêşembî dijberên nexşeyên vekêşana Israelê ji Xezze 167 xwêndingehên herêma Tel Aviv girtin.

Her zuî girtina xwêndingeha hat helat hilanîn belê karbidestên Israelê pişikdarîya xwêndingeha di xwenîşandanan de şermezar kir. dijberên vekêşana Israelê soza ji navbirina nexşeyê vala kirina akincîgehên cuhîyan li kerê Xezze û 4 akinîgehên dî li Kenarê Rojava.

XS
SM
MD
LG