Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rumsfeld, sengî danîye ser rêberên Îraqê ku avakirina demokrasîyê bi derengî nexin - 2005-04-12


Wezîrê Berevanîyê, yê Emerîka, Donald Rumsfeld dibêje ku ewî sengî danîye ser reberên Îraqê, yên nu, ku avakirina demokrasîyê bi derengî nexin.

Birêz Rumsfeld îro, roja sêşemê bi seredaneke ji nişkêva ve, bi serokê Îraq’ê Celal Telebanî u serokwezîrê nu Îbrahîm el-Caferî’re, di du civînên ji hev cuda de, kom bu.

Hem birêz Telebanî hem jî birêz Caferî gotine ku ewê li dijî bertîl u destpîsîyê bixebitin u karî bikin jibo veguhestina hukumeteke desturu, di dema dîyarkirî de.

Hin karbidestên Emerîka xemên xwe dîyar dikin ku manewrayên sîyasî ji alîyê komelên Îraqî ve renge bizavên dijî xirabkaran ji nav bibin.

Wezîrê berevanîyê herwisa digel serbazên Enerîkî jî kom bu, piştî danustendinan di gel serleşkerên wan li Bexda’yê.

Di nav vê demêde karbidestên balyozxana Emerîka’yê roja duşemê piştrastî kirin ku kardarekî Emerîkî dema li Bexdayê li ser projeyekê dixebitî ji alî milîtanan ve hatîye revandin

XS
SM
MD
LG