Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Wezîrê Israelê daxaz ji Serok Bush kirye bizavên xwe zêdebiket li dijî bernama navokî ya Iranê.  - 2005-04-13


Serok wezîrê Israelê Ariel Sharon daxaz ji Serok Bush kirye bizavên xwe zêde biket bo rêk girtin li Iranê da çekên navokî dirust nekit.

Karbidestên Emerîkî û yên Israelî dibêjin herdû rêber li roja dûşembî li Teksas li ser wê meselê axiftin.

Ew karbidest dibêjin rêzdar Sharon gote serokî ku çi mefa di bizavan da nabit bo ragirtina bernama navokî ya Iranê pi]tî ku Iran çereserîyê jibo pirsgirêkên bernama xwe vedibînit.

Bi alîyê xweve, Iran rijdîyê diket ku bernama wê ya navokî bo mebestên aştîyêye.

Li heman dem, Tehran dibêjit ew haşa û mandel ê li wan axiftinan diket ku dibêjin wê hindeg dezgehên taybet yên bernama xwe ya navokî ji cihê ku li jêr çavdêrîya navneteweyîye veguhastîye.

Li roja pênçşembî, ajansa ragehandina deng û basan ya Reuters ji zarê diplomatekê got Ajansa Çavdêrîya Navokî ya Netewên Yêkgirtî ya lêvekolînê di hindê da diket ka aya veguhastineka nepenî li dezgeha guhorînkarîyan li ser yoranyomê li Isfehan hatîye kirin yan ne.

XS
SM
MD
LG