Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Emerîka îro pênçşembî seredana Kirgîzistanê diket - 2005-04-14


Wezîrê Berevanîya Emerîka Donald Rumsfeld îro pênçşembî yê li Kirgîzistanê da kombuna ligel rêveberîya nuî ya welatî biket.

Rêzdar Rumsfeld ku gehîşte bingeheka hêza asmanî ya Emerîkî li dervey paytextî, Bişkek, yêkem karbidestê bilindê rojavayîye ku seredana Kirgîzistan diket ewey deme xwenîşandanên berfireh yên meha borî ku bune egera ladana serok Askar Akayev.

Sengî û giranîya kombuna rêzdar Rumsfeld û rêveberê berwext yê Kigizistanê dê li ser berdewam buna hebuna bikar înana bingehê leşkerî bît yê Emerîkî li wî welatê Asya.

Wezîrê Berevanîyê piştî seredana Pakistanê ço Kirgîzistanê, ku li wêrê ligel serok Perwêz Muşeref kombu, ku hevpeymanekê giringe bo Emerîka di şerê dijî tîrorîzmê.

Li demekê zuîtir li roja çarşembî, rêzdar Rumsfeld ligel serokê Afghanistanê Hamid Karzai li Kabul kombu û behsê tenahî û paşeroja hêzên Emerîkî li wî welatî kirin.

XS
SM
MD
LG