Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Emerîka li Pakistanê ligel serokê wî welatî kombû. - 2005-04-14


Karbidestên Pakistanê behsê kombuna gerim navbera wezîrê berevanîyê Donald Rumsfeld û serok Pervez Musharraf kirin. Jalil Abbas Jilani peyvdarê wezareta derve got: " wezîr Rumsfeld supasîya Pakistanê kir jibo rola wê ya giring bo bihêz kirina aştîyê li deverê û hevkarîya wê ya giring di şerê cîhanî li dijî tîrorîzmê."

Hindek têbînî yên wî li ser wê kombunê li dumahîya roja çarşembî hatine dan û karbidestên Emerîkî nevyan li ser kombunê baxivin. Lê belavokeka fermî ya Pakistanê dibêjin rêzdar Rumsfeld gote Waşinton dê piştevanîyê li Pakistanê zêde ket da Pakistan pêdawîstîyên berevanîyê yên rewa bidestve bînit.

Ew belavok herwesa dibêjin rêzdar Musharraf pesna Waşinton da jibo biryara wê ya vê dumahîyê ku razî bû rêkê bidet firokên şerî yên F-16 bifiroşite Pakistanê, û got dê berevanîya wî welatî baştir ket.

Eve cara yêkêye ku Waşinton qayil dibit firokên şerî bifiroşit Pakistanê ewey Islamabad bombeka navokî li sala 1998 ezmun kirî. Li roja çarşembî ligel serokê Afghanistanê Hamid Karzai kom bû û li ser babetê tenahîya herêmê axift ku yêk jiwan peywendîya leşkerîye ya demekê dirêje navbera Welatêt Yêkgirtî yêt Emerîka û Afghanistanê.

Wezîrê berevanîyê Pakistan hêla û seredana Qirgizistanê diket ku bingehê serkî yê leşkerê Emerîkî li wêrêye. Li wêrê hikumeta nuî ya wî welatî bo rêzdar Rumsfeld pişt rast kir ku hêzêt Emerîkî di şên berdewam bin û bingehê xwe yê leşkerî li wî welatî bikar bînin.

XS
SM
MD
LG