Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Xwenîşandana Iraqîyan - 2005-04-18


Bi hizaran Iraqîyan bi aştî xwenîşandan kir bi helkeftina salgera duê ya ladana Sedam Husênî.

Xwenîşander li meydana Firdews li Bexda xirvebûn ku hêzêt Emerîkî û Iraqî li meha nîşanê sala 2003 peykerê diktatorê berê li wê meydanê înabû xwarê.

Xwenîşandera daxaz kir ku zuî bi zuî Sedam Husên bête dadkirin û hêzêt Emerîkî ji Iraqê bêne vekêşan. Hindek xwenîşandera gazî dikir ' Belê bo Islamê û ne bo Emerîka û Sedamî'.

Xwîndkarekê zanîngehê bi navê Amir Şihab xelkê bajarê Kut li başura Iraqêye gote peyamhinêran ku nuha Iraqê têra xwe hêz hene ku ew bixwe tenahîya xwe bi parêzit.

Lê serokê nuî yê Iraqê Celal Talebanî dibêjit hêşta pêtivî bi hêzêt Emerîkî û hevalbendêt wî heye da harîkarîy biken bo parastina tenahîyê.

Rêzdar Talebanî dibêjit " Bi hizra min heta dû salêt dî em dêşêyn û di heman wext da em dê şîretê û hevkarîyeka dirust digel hevalêt xwe yêt Emerîkî keyn ku hatine bo rizgar kirina welatê me."

Herwesa gotî hikumeta nuî bo hemî nijad û ûlêt Iraqîye. Rêzdar Talebanî dibêjit " demê em xebatê bo Iraqeka dymukrat dikeyn tivya li ser binaxêt wek hevîyeka dirust bît bo hemî Iraqîyan ku Kurd jî parçeka giringe ji gelê Iraqî. Helbet wan maf heye ku her dest helateka hejî xwe werbigirin. Iraqa dymukrat ya nuî dê ya azad bît ji ferq û cudahîyê û ji tepeser kirina ûlî."

Herweku serok Bush gotî gelê Iraqî yê girtina xwe bi dymukrasîyê dyar kirbe û Emerîka jî pêgirtin bo beramberî Iraqê heye.

( Ev gutare bîr û boçûnêt hikumeta Welatêt Yêkgirtî yêt Emerîkaye. Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, vê fayela dengî li ser vî perî klîk bike)

XS
SM
MD
LG