Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

200 xwenîşander li Iranê hatine desteser kirin - 2005-04-18


Iran dibêjit nêzîkî 200 kesa desteser kirye û ofîsa telfizyona bi zimanê erebî ya al-Jazeera girt li piştî ne aramîya nijadî li van rojên dumahîyê ku ji alîyê Erebên Iranê hatîye kirin.

Raport hejmara kuştîyan radgehînin ku li nav wan pêkdadanên navbera xwenîşanderan û hêzên tenahîyê li başûra rojhelata parêzgeha Xuzestanê hatine kuştin, lê hejmara kuştîyan ihtîmale nehête piştrast kirin.

Wezîrê ragehandina Iranê Ali Younessi dibêjit telefizyonên biyanî ew pirsgirêke dirust kirin li demê ku wana belgenameka direw, bi axiftinên wî, ya hikumetê xuya kir ku behsê pilaneka hikumetê dikir ku dê ereban ji wê devera dewletmend bi neftê veguhêzin.

Karbidestên Iranê piştî hingî gotin wana bi rengekê demî telefizyona al-Jazeera ku bingeh li Qatare da êxist li demê ku karbidest yê lêvekolînê di rola wê telefzyonê di wê serhatîyê da diken.

XS
SM
MD
LG