Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF dibêjit cudahîya perwerde û fêrkirina di nav bera kur û kiçan li seranserî cîhanê kêm dibe - 2005-04-18


UNICEF sindoqa alkarîya zaroka yan Netewên Yêkirtî got cudahîya perwerde û fêrkirina di nav bera kur û kiçan li seranserî cîhanê kêm dibe belê 115 milyon zarok piranîya wan kiçin hêşta naçin xwêndingeha. UNICEF di rporta xweda îro dûşembî got ew berê xwe diden sîstemê perwerdeyê li 180 welatan û gehîşte wê encamê ku kiç û kuran heman delîveya fêrbunê heye li 125 jiwan welatan. Raporta pêşvebirina zarokan ya UNICEF radgehîne ku sê herêm li rojhelata navîn û bakura Efrîka, asya başûr, û herma rojava navend Efrîka gelek paşve mayne. Yemen, Naycîrya, û Çad kêmtir ji 70 kiç digel her sed kura li xwêndingehane.

XS
SM
MD
LG