Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ihtîmale damezrandina hikumeta nuî ya Iraqê li dumahîya vê heftîyê bihête ragehandin - 2005-04-19


Karbidestên Iraqî dibêjin otumbêleka bombe kirî hêriş kire ser navenda hî û fêr kirina leşkerî li Bexda, ku bû egera kuştina bi layê kêmîve 4 kesa û biryndar kirina 30 kesên dî. Xirapkarên peywendî bi al-Qaîdeve hene berpirsyarîya vê hêrişê bi stoyê xweve girêda.

Li rojava Paytextî, karbidest dibêjin xirapkaran îro sêşembî teqe li serbazên Iraqî kirin li bajarokê Xalidîye û 4 serbaz kuştin û hindekên dî biryndar kirin.

Bi alîyekê dîve, xirapkaran teqe li pirofîsêrekê zanîngeha Bexdad û kurê wî kirin û kuştin, li demê ku di otumbêla xwedabû berev karî diço.

Li heman dem, Perlemanê Iraqî îro bo demê si’tekê kombû, da nerazî buna xwe li dijî bêrêzî kirina qanundanerekê li xaleka lêvekolînê ya Emerîkî dyar biket. Leşkerê Emerîkî dibêjit dê lêvekolînê di wê serhatîyê da ket.

Siyasetvanên Iraqî berdewamin di danustandinên xweda li ser damezrandina hikumeteka nuî. Hindek qanundaner dibêjin ew çaverê diken damezrandina hikumeta nuî li dumahîya vê heftîyê bihête ragehandin.

XS
SM
MD
LG