Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamên Hindistanê û Pakistanê pesna ragehandina duhî dûşembî da ya herdû welatan li ser piroseyê aştîya wan. - 2005-04-19


Rojnamên Hindistanê û Pakistanê pesna ragehandina duhî dûşembî da ya herdû welatan ku piroseyê aştîya wan qet na êt inkar kirin.

Gutareka rojnama Times of India got çavdêr pirsyarê diken ka eger herdû alî dê soz û giftên xwe bi cih bînin yan ne belê dilsozîya serok Pervêz Muşeref di hemû gotinên wî de xweya bû. Bi alîyê xweve the India Express geşbînîya xwe xweya kir.

Rojnama Dawn ya dêrîn bi zimanê ingilîzî yê Pakistanê got rastî ewe kombuna serok Muşeref û serok wezîrê Hindistanê Man Muhan Sîng li demê yarîya Kaşwanê ya tîmên herdû welata rewşek wesa peyda kir ku êdî gel rewayê didet piroseyê aştîyê û divêt baş hizra wî bêt kirin lipaşerojê.

Li Keşmîra jêr desthelata Hindistanê, cudahî xwazên nerim rê dibêjin wan hîvî dikir danustandina digel New Delhi dest pê bikeneve bo bi dawî înana jêk negirtina dirêj dem li ser paşeroja herêmê belê tund rêyan rijdin ku ew danustandinên Hindistan, Pakistan û Keşmîrîyan jinav bibin.

XS
SM
MD
LG