Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birêvebera Ajansa mişext û penaxwazan ya Netewên Yêkgirtî gehîşt Darfur li Sudanê.  - 2005-04-19


Birêvebera Ajansa mişext û penaxwazan ya Netewên Yêkgirtî gehîşt Darfur li Sudanê bo berê xwe dana karên alîkarîyên mirovanî jibo dehan hezar kesên bê mal û hal mayn jiber şerê dû salan li herêmê.

Xanim Wendy Chamberlin îro sêşembî bi helîkopterekê gehîşt kempê Zalingei ku pêtir ji 60 hezar xelkê revyay têde dijîn.

Ajansa peyamên Reuters ji zarê xanim Chamberlin ragehand dema gotî tenahîya kempê pirsa mezine.

Wê got ajansa penaxwaza ya Netewên Yêkgirtî sutemenîyê jibo jina berdest dike heta neçar nebin ji kempê derkevin bo kom kirina dara bo sotinê û êdî nebin armanca hêrişên milîtana.

Xanim Chamberlin seredana Xertum ya paytextê Sudanê kirbû û digel karbidestên Sudanî kom bibû ew tên xetabar kirin bi piştevanîkirina milîtanên ereb ewên şerê serheldayên Darfur dikin.

Wê li bere seredana Çad bike cihê ku dehan hezar mişext û penaxwazên Sudanî ji Darfur lê gehayn hev.

XS
SM
MD
LG