Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîger, piştî xwepêşandanan dev ji kom kirina hin bacan berda - 2005-04-20


Hukmeta Nîgerî, piştî bi heftîyan xwepêşandanan u mana karkeran di malê de, dev ji kom kirina bacên nu yên li ser aş u tiştên xwarinê berda.

Ji Civata Niştimanî Komîteyeke bi taybet, roja Sêşemê daxuyand ku bacên li ser genim, birinc u şîr, ewê rabin u bacên li ser av u elektrîkê jî wê bêne kêm kirin lê baca li ser şekir wê wek berê bimîne.

Ev biryar piştî gelek cvînên di navbera hikumetê, partîyên sîyasî u koma li dijî bacan ya namdar bi navê Koalîsyona Li Dijî Jîyana Biha, hate stendin. Vê komê, li dijî bacên ku ji sedî nozdeh li ser tiştên xwarinê hatibun zêde kirin, gelek xwenîşandanan çêkiribun. Hikumeta Nîger'ê digot ku kom kirina van bacan pêdivîye, heta ku deynên xwe yî bîyanî bidin.

XS
SM
MD
LG