Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîkoptereka bazirganî li bakura paytêxtê Iraqê hate êxistin û 9 kes têda hatine kuştin - 2005-04-21


Jêderên leşkerê Emerîkî dibêjin helîkoptereka bazirganî li bakura paytêxtê Iraqê ya hatî êxistin, ku her 9 kesên têdabûn hatîne kuştin.

Bi çend si’etekan ji berî hingî, bombeyek bi karwanekê kontratçîyên byanîve peqî demê diçone firokexaneya Bexda, dû kes hatine kuştin û hindekên dî biryndar bûn. Hêşta nehatîye ragehandin qurbanîyên wê peqînê ji çi welatanin.

Desteya al-Qaide li Iraqê, balavokek danaye ser malpereka intirnêtê, ku dibêjit wê hewl da serok wezîrê demî yê Iraqê Iyad Allawi bikujit.

Rêzdar Allawi ji wê hêrişê rizgarbû û çi zyan pênekeft, lê yêk polîs hate kuştin li demê ku hêrişvanekê xwekuj outmbêla xwe li nêzîkî karwanê rêzdar Allawi li Bexda li roja çarşembî peqand.

Li heman dem, jêknegirtinên dumahîyê ihtîmale bibine egera hindê îro kabîneya nuî ya hikumetê nehête ragehandin, ku eve sê mehe helbijartinên nîştimanî hatine encam dan.

XS
SM
MD
LG