Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekêşana Israelê ji Kerta Xezze bo dêmê sê heftîyan dê hête paş êxistin - 2005-04-21


Wezîrê berevanîya Israelê li ser pêşnyarekê qayil bû bo paş êxistina vekêşanê ji Kerta Xezze bo sê heftîyan, kû rêkê xweş diket bo karbidestên bilind bigehine biryara dumahîyê li ser wê nexşeyê.

Serok Wezîr Ariel Sharon gote rojnamevana vekêşan ji kerta Xezze dê her pêşveçit, lê wî herwesa sozda ku hindek xanîyên dî li Kenara Rojava avaket. Welatên yêkgirtî yên Emerîka gelek cara gote avakirineka wesa dê rêkeftina aştîyê ku ji alîyê navbeteweyîve piştevanî lê dihête kirin, binavê nexşeya rêkê bo aştîyê, dê têk det.

Li heman dem, leşkerê Israelê dibêjit milîtanên Felestînî bombeka ser rêk li Xezze peqand, ku bû egera biryndar buna serbazekê.

XS
SM
MD
LG