Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên NATO pêşnyaza pitir piştîvanîyê jibo hikumeta nuî ya Okranya diken - 2005-04-21


Wezîrên Derve yên NATO li Luthuania pêşnyaza pitir piştîvanîa siyasî û ya leşkerî bo hikumeta nuî ya Okranya ya ser bi rojavave diken.

Lê, Wezîra Derve ya Welatên Yêkgirtî yên Eemerîka Condoleezza Rice û 25 wezîrên dî yên NATO îro pênçşembî çi roj nav nîşan nekirin jibo hindê Komara Sovêtî ya berê bibîte endam di wê yêketîyê da.

Kombûnên NATO li Vilnius yêkem kombunên serekîne yên wê hevalbendîyêne li wê deverê, ku rojekê ji alîyê yêketîya Sovêtêve hatibû dagîr kirin.

Wezîrên derve ew kombunên ne resmî bikar înan da li ser pêvajoya aştîyê li Rojhelata naverast baxivin. Lê sikirtêrê giştî yê Yêketîya Ewrupî Jaap de Hoop behsê hindê kir ku ihtîmale leşkerê NATO têkêlî wê deverê bibît.

Li roja çarşembî, li kombunê behsê Bilarus hate kirin, welatekê ku xatun Rice dibêjit tinê welate li Ewrupa diktatorîyeta rastî lê hebit. Wezîrê Derve yê Rusya Sergei Lavrov ku pişikdarîyê di kombunêt NATO da diket, hujdarî da li dijî her mayî têkirineka jiderê li nav siyaseta Belarusya bihête kirin.

XS
SM
MD
LG