Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cêgirekê Wezîra Derve ya Emerîka berbijar kirye bo postê Balwêzê Emerîka li Netewêt Yêkgirtî - 2005-04-21


Hatîye ragehandin ku John Bolton yeke ji berbijarêt serokî ku miştumireka pitir li ser hatîye kirin.

Dymukrat idî’a diken ku wî bi axiftinê bêrêzî li karbidestêt di bin destê xweda li wezareta Derve ya Emerîka kirye û beramberî hindê nîne nunerîya Emerîka biket li Netewên Yêkgirtî.

Serok Bush ligel hindê nîne û dibêjit hevrikêt wî yêt siyasetê bikar tînin li dijî berbijarî kirina wî.

Serok Bush dibêjit: “ xizmeta John ya taybet bo welatî wê nîşa didet ku ew kesê diruste, li demê dirust bo wî erkê giring.”

Serok Bush dibêjit rêzdar Bolton ku nuha cêgirê wezîra derveye bo karubarêt kontrol kirina çekan kesekê bişyane û hejî wî postî ye.

Desteyeka Sînatoran tivya dengî li ser berbijarî kirina wî li roja sêşembî biden, lê dengdan hate paş êxistin bo demê sê heftîyan piştî ku endamekê komarî li wê komîtê daxaza demekê dirêjtir kir da pêdaçonê bi ser wan idî’an da biken.

XS
SM
MD
LG