Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Wezîrê Libnanê dibêjit helbijartinên perlemanî dê li roja 29 heyva 5 hêne encam dan - 2005-04-22


Dû karbidestên bilind yên parastina Libnanê pêşnyaza dest ji kar vekêşanê kirye berî dest pêkirina vekolîna Netewên Yêkgirtî li ser kuştina serok wezîrê berê Refîq al-Harîrî.

Jeneral Cemîl Sîd rêveberê giştî yê parastinê li wezareta navxwe û jeneral Elî Hac qomandarê hêzên parastina navxwe îro heynî ev yêke da xuyakirin.

Girupên oposizyona Libnanê daxaza dest ji kar vekêşana karbidestên parastina Libnanê diken ewên ku piştevanîya Surya diken û hatîne berpirsyar kirin beramberî kuştina berêz al-Harîrî.

Dîmeşq ji layê xweve desthebuna xwe li wê kuştinê red diket, ku herwesa buye egera daxaza bo vekêşana 14 hezar serbaza li Libnanê.

Vekêşana hêzêt Surî we çaverê dihête kirin li dumahîya vê heyvê bi dumahî bihêt.

Ji layekê dîve serok wezîrê Libnanê Nacîb Mîkatî îro heynî ragehand ku helbijartinên perlemanî dê li roja 29 heyva 5 hêne encam dan.

Girupên oposizyon li Libnanê daxaz kirye ku helbijartin li roja dyarî kirî bihêne encam dan.

XS
SM
MD
LG