Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li encama zincîreka peqîna li Iraqê bi kêmî 12 kes hatine kuştin - 2005-04-23


Li encama zincîreka peqîna li paytext û herêmêt dî yêt Iraqê bi kêmî 12 kes hatine kuştin û pitr ji 30 kesêt dî birîndar bun. Karbidest dibêjin 9 serbazêt Iraqî hatine kuştin û 20 kes birîndar bun demê otombîlek nizîkî karwanekê nobedarêt niştîmanî yêt Iraqî peqî. Ji layekê di leşkirê Emirîkî ragehand ku li encama peqîna otombîlekê nizîkî karwanekê leşkirê Emirîkî bi kêmî sivilekê Iraqî hate kuştin û 10 kesêt dî birîndar bun. Li beyannameka leşkirî hatîye ku ew peqîn evro şembî li rêka firokexana Bexda çêbî û 3 serbazêt Emirîkî di wê hêrişêda birîndar bun. Li başora Iraqêş, nizîkî bajêrê Besre otombîlek peqî û bîye egera kuştina dû kesan.

XS
SM
MD
LG