Komeke xêr xwaz ya cîhanî, bi navê Parastina Zarokan daxwazê ji rêberên cîhanê dike ku alîkarîyê bikin bo parastina bi hezaran keçên bê desthelat, ewên hatîn revandin ji bo xizmetê di şerên çekdarî de.
Raporta Parastina Zarokan ya li Landon belavbûyî dîyar dike ku 120 hezar jin û keçên nûgeh hatine revandin, weka serbaza yan xizmetkara karî dikin û bi zorê dibine kole û benî bo mebestên sêksî.