Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Surî piştî 29 salan ji Libnanê derketin - 2005-04-26


Surî, li ber xettê, bi awayek fermî şahîyek li dar xist, ji bo paşvekişandina hêzên xweyî leşkerî ku 29 sal di Libnan’ê de bun.

Îro, roja Duşemê ji herdu welatan, gelek karbidestên bilind yên leşkerî u bi sedan leşker tevlî bune şahîya li binika hewayî ya Rîyyak’a ku li Newala Bekaa’yê li rojhilata Libnan’ê ye.

Serokê Erkanî yê Surî, General Alî Habîb daxuyand ku Şam’ê biryara Cıvata Parastinê ya Neteweyên Yekgirtî bi cîh anîye, ku li gorî vê biryarê lazim bu hemu hêzên bîyanî ji Libnanê derkevin.

Hêzên Surî, berî roja biryarê ku ji bo hêz vekêşanê 30’ê meha çaran bu, ji Libnan’ê vekişîyan

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofî Annan, komekê şandîye herêmê ji bo vêkêşanê piştrast bikin.

Sengîya navnetewî li ser Surî zêde bubu, piştî rêberên rêkeberîyê li Libnanê hukumeta Beyrutê u piştevana wan Surî, xetabar kirin bi kuştina serokwezîrê berê yê Libnanê Refiq El Herrîrî.

Herdu hukumet jî, li vê buyerê xweyî derneketibun.

XS
SM
MD
LG