Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hukumeta Îraqê hate damezirandin - 2005-04-27


Serokwezîrê Îraq'ê, daxuyand ku piştî danustendinên sîyasî yên sê mehan, wan hukumetê damezirandine.

Îbrahîm El Caferî, ji rojnamevanan re gote ku civata serokatîya bi sê endam, lîsteya endamên hukumetê, ku wî pêşkêş kiribu, qebul kirine. Ewî tu navan dîyar nekir, belê gote ku di lîstê de kesên ji komên grîng yên ji her alî welat cîh girtine. Roja Pêncşemê lîste, wê derkeve pêşîya Parlamana Netewî ya bi 275 endam, ku bête qebul kirin.

Gelek Îraqî dîyar dikin ku piştî wê hilbijartina dîrokî ya meha yekê, ji ber bi dereng ketina damezirandina hukumetê, ew bêhêvî bune.

XS
SM
MD
LG