Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guhertinxwazên Misrî, li dijî hukmê Mubarek,  xwenîşandanan dikin  - 2005-04-27


Li Misr’ê îro (roja Çarşemê) tevgerên piştgirê demokrasîya nu ava kirî, li gelek dever u bajarên Misr’ê xwenîşandanan kirin bi daxwaza guhertinên sîyasî u ku dawî bê li hukmê serok Husnî Mubarek.

Bîner u kesên ku xwepêşandanan li dar xistibun, li Qahîre u Suez’ê u gelek kesên din jî ji herêmê dibêjin ku polîsan bi dehan kesên ku al u pankartên Tevgera Kîfaya yê kişandibun girtine.

Daxwaza xwepêşandanan ewe ku hilbijartinên azad bo hemu partîyan bên li dar xistin u kesên ku dixwazin bên destnîşankirî nikaribin her demî xwe bidin destnîşandan.

Serokê Misr’ê Mubarek dibêje ku ewî hêj biryar nedaye gelo ka ew dixwaze ji bo para xwe serî li hilbijartinên meha yazdeha bide an na. Ewî ev bu çar dem e ku kar dike u wisa tê bawer kirin ku ew dê ji bo dema pêncemîn jî serî lêde.

Herçiqasî Mubarek xwest ku di Destur’ê de guhertinan çêbike, li ser beşdarbuna hemu partîyan di hilbijartinên azad de ji bo ku kurê wî Cemal ê 41 salî karibe ji bo serokatîyê serî lê bide di meha sisê -meha Adar’ê- de, lê belê kurê wî vê yekê înkar dike.

XS
SM
MD
LG