Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birêz Putîn di seredana cara yekem de  bi rêberên Îsraîl'ê re kom dibe - 2005-04-28


Serokwezîrê Rusya’yê Vladîmîr Putîn’ê ku rêberekî Rusî an jî Sovyetî ye ku cara yekem seredana Îsraîl’ê kir, îro (roja Pêncşemê) li Urşelîm Quds’ê berdewamî axaftinên bi rêberên Îsraîl’ê re dike.

Piştî kom buna bi Moşe Katsav’re, birêz Putîn ji Îranê daxwaz kir ku desturê bide çavdêrîya navnetewî ji bo karên xwe yî nukleer. Lê ji alî din ve jî ewî li ser alîkarîya wan î ji bo pêşxistina bi karanîna enerjîya nukleer bi awayekî aştîyane li Îran’ê, helwesta Moskow’ê dubare kir.

Birêz Putîn ê ku piştra bi serokwezîr Arîel Şaron’re kom bu, nexşe kirinên Rusyayê ji bo firotina mîsilên dijî frokeyan ji Surî’re safî kir u gote ku ew dê ji dewleta Cihuyan’re nebin asteng u tirs.

Roja Çarşemê birêz Putîn pêşnîyaz kir ku ew dixwazin îsal piştî demekê ku Îsraîl ji Şirîta Gaze’yê vekişîya mêhvandarîyekê ji konferanseke aşîtîyê ji bo rojhilata navîn re bikin.

Îsraîl u Welatên Yekgirtîyen Emerîka ji vê pêşnîyazê re xwe sar kirin lê Felestîn dibê ev bi dilê wan e.

Birêz Putîn wê bi rêberê Felestîn Mehmud Ebbas’re roja Înê li Kinara Rojava'yê kom bibe.

XS
SM
MD
LG