Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Îraq'ê lîsta hukumetê qebul kir - 2005-04-28


Îraq’ê, piştî sê mehên bi guftugohên sîyasî ku sekinandina dijwarîyan xistibu tengasîyê, hukumeta xweyî piştî şerr ku cara yekem bi awayê demokratîk hate hilbijartin, damezirand.

Îro (roja Pêncşemê), lîsta 31 kesên ji bo hikumetê ji alî serokwezîr Îbrahîm El Caferî’ve hatine destnîşankirin bi giştkî ji alî Civata Niştimanî ya xweyî 275 endam hate qebul kirin.

Pênc wezîfe yên grîng ku di nav wan de wezîfeya berpirsyarîya bo parastinê u niftê hebun, tev ji bo demekê hatine hilbijartin ji ber ku danustendinên li ser kesên jibo van wezîfeyan bên destnîşan kirin têk çubun

Birêz El Caferî, dê herwisa weke wezîrê parastinê yê berbext jî kar bike u Ahmet Çelebî’yê ku xoşdevîyê Pentagon yê berê bu , dibe cîgirê serokwezîr u herwisa jî, dê bibe wezîrê niftê yê berbext.

Di nav vê demê de termê şêwirmendekî bilind yê wezarêta karên hundurîn, li dervêyê mala wî ya li Bexda’yê hate dîtin. Karbidestekî ji wezareteke din jî hate kuştin dema ku, li paytextê diçu cîhê xwe yî kar.

Li Tîkrît’ê otomobêleke bi bare bimbeyan dema di kontrola ewlekarîyê de derbasdibu xwe peqandibu u di encama wê de bi kêmî du leşkerên Îraqî hatin kuştin u 15 kes jî ku dinav wan de sê leşkerên Emerîkî hebun, brîndar bun.

XS
SM
MD
LG