Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putîn, ji bo ku hêzên Felestîn karibin rewşê bidomînin teklîfa alîkarîyê kir - 2005-04-29


Serokê Rusya Vladîmîr Putîn dibêje wan ji Felestînî’yan re gotîye ku Moskow dixwaze alîkarîya wan bi perwerde u lazimatîyan bike da ku hêzên wan î parastinê karibin rewşê bidomînin.

Birêz Putîn dibêje pêdivî bi çavkanîyan zêdetir henin jibo ku hêzên Felestîn karibin baş kar bikin. Îro, (roja În’ê) piştî kombuna wî yî bi serokê Felestîn’ê Mahmud Ebbas’re, herdu rêber di civîneke çapemenîyê de li Ramallah li ser vê mijarê axaftin

Ji bo civîneke navnetewî bi babeta aşîtîyê li rojhilata navîn ku Moskow’ê xwestibu li dar xe, birêz Abbas dilxweşîya xwe anî zimên

Birêz Putîn behsa vê civînê di destpêka gera xwe ya sê rojî li herêmê, roja Çarşemê li Misrê kiribu. Lê belê ne dîyare ku gelo di kombuna wanî bi serokwezîrê Îsraîl’ê Arîel Şaron’re ya di roja Pêncşemê de ewî behsa vê civînê kirîye an na. Îsraîl ji civînek wisa ne razî ye.

Birêz Putîn rêberekî ji Kremlîn’ê yê, ku yekemîn car seredana erdê Felestîn u Îsraîl’ê dike.

XS
SM
MD
LG