Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Felestînîyan du çekdar girtin - 2005-04-29


Karbidestên Felsetînî dibêjin hêzên tenahîya du çekdarên tundrê girtine demê bi nîyaza rêxistina hêrîşeke bi narincokan bun li devera Xezze.

Karbidestan got îro înê, hejmareke endamên Şuheda’El Eqsa’yê jî bo pirs u vekolînan hatine desteserkirin. têkilîyên nêzîk yên Desteya El Eqsa digel bizava Feth ya desthilatdar heye.

Peyivdarê desteya El Eqsa’yê jî, girtina du endamên xwe piştrast kir.

Li van domahîyan serokê Felestîn Mehmud Ebbas soz daye, ku bi bizavên Mistên Hesinî li dijî çekdarên tund de raweste bo bikaribe li gel Îsraîl ê bigehe rêkeftinekê.

XS
SM
MD
LG