Li gorekê bi komel li başora Iraqê termêt nizîkî 1,500 kesan hatine vedîtin. Şareza dibêjin termêt wan kesêt ku li wî gorî hatine vedîtin yêt Kurdane. Karbidest dibêjin we bawer dihête kirn ew qorbanî li demê helmeta Enfalê hatine kuştin, ku rijêma Sedam Husênî bizav dikir Kurdêt başora Kurdistanê ji nav bibet.