Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li New York’ê Konferansa  Peymana Nukleer destpê kir  - 2005-05-02


Nunerên 190 welatan, dest bi axaftin û rexne girtinên li ser Peymana Kêm kirina Bikaranîna Hêza Navokî kirin ku ew dê nêzî mehekê bidome, nexasim ku vê demê bikaranîna hêzutêhna navokî ji alî Îran u Kore ya Bakur ve balê dikşîne,.

Di axaftina destpêkê de sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofî Annan îro roja Duşemê gote ku, heke hin dewletên din, jibo çêkirina çekên navokî teknolojîyê bi pêş bixin ew dê ev peyman zêde nedomîne.

Annan ji dewletên endam daxwaz kir ku li dijî peymanê derketinan eşkere bikin u ji dewletên ji alî hêzutêhna navokî ve xweyî hêz in jî, daxwaz kir ku qebul bikin ku cebilxanê yên xwe yî nukleer kêm bikin

Ev peymana 35 salî, mafê teknolojîya navokî dide neteweyan, di berdêlî dev jê berdana çekên navokî de.

Welatên Yekgirtî yên Emerîka, dixwaze ku bala van axaftin u rexneyan bihêle li ser Îran’a ku li dijî peymanê hereketan dike u Kore ya Bakur a di sala 2003’an de dev ji peymanê berdabu.

Kore ya Bakur , di vê demek nêzîk de daxuyandibu ku çekên wan yên navokî henin, lê Îran îddîayên Emerîka qebul nake ku dibêjin bi dizî bernameyên wan ji bo çekên navokî henin.

XS
SM
MD
LG