Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

29'ê Nîsan'ê de, 8 welatên cîran yên Îraqê, li Stenbolê kom bûn - 2005-05-02


Civîna du rojî ya welatên cîran ev cara 8’an bû ku pêk hat. Civînên din ên welatên cîran yên Îraqê berê jî, di rêzê de li Stenbol, Riyad, Tehran, Şam, Kuweyt û du car jî li Misirê û Urdunê pêkhatibûn.

Ev kombûn ji ber ku piştî hilbijartinên Îraqê ku 30’ê Rêbendanê bun, pêk tê, xwedî girîngiyeke taybet e. Ji bilî Tirkiye, Îraq, Surî, Îran, Erebistana Suudî, Kuweyt, Urdun, Misir û Behreyn jî tev li civîna ku li Qesra Dolmabahçe ya Stenbolê pêk tê, bûn. Di civînê de nûnerê Tirkiyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Abdullah Gul bû. Di heman demê de, nûnerê taybet ê Iraqê yê Neteweyên Yekgirtî Eşref Gazî, nûnerê Rêkxistina Konferansa Îslamê Ekmeleddin Îhsanoglu, nûnerê Sekreteriya giştî ya Yekitiya Ereban Amr Musa û nûnerê Rojhilata Navîn û Derya ya spî ya Yekitiya Ewrûpayê Christian Leffler jî, tê de hazir bûn.

Ji bilî Erebistana Suudî, her welat bi asta Wezîrê Karên derve ve hatin temsîl kirin. Erebistana Suudî jî ji aliyê heyeta wezareta karên derve ve hat temsîl kirin. Lê Serokwezîrê Tirkiye Recep Tayip Erdogan jî tevlî civînê bû.

Bernameya Civînê bi axaftina serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan dest pê kir. Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku li Îraqê pêvajoyeke nû ya siyasî dest pê kiriye û ev pêvajo dijwar e lê belê ji bo seqemgirtina li Îraqê jî pêwîstîyek e. Erdogan anî zimên ku li îraqê, hin peywir dikevin li ser Tirkiye û welatên din ên cîran. Erdogan wekî din hişyariya “Terorê” kir û ji hukumeta nû ya Îraqê xwest ku bi ser Kongra-Gel de here û bêyî navê Rêkxistinekê bide got, “Îraq niha bûye qada perwerdehî û karwaniya terorîstan,lewma divê pêşî li çûn û hatina terorîstan ya li ser sînoran were girtin.” Û Erdoðan Ji Neteweyên Yekgirtî xwest ku li derbarê Iraqê çalaktir be.

Dawiya Civînê de, daxuyaniyek jî hate eşkere kirin û di daxuyaniyê de bo hilbijartinan dilxweşîya welatên cîran hate diyar kirin û daxwaza berdewamiya vê pêvajoyê tê kirin. Wekî din di daxuyaniyê de li ser serdestiya netewî ya Iraqê, yekparemayîna axa Iraqê û yekitiya netewî derplêdan hat kirin. Û bêyî ku navê Kurdan were bilêvkirin careke din hat gotin ku li ser kontrol kirina çavkaniyên sirûştî û darayî de, mafê her kesî heye.

Di civînê de Serokê Ulemayan yê Sunnî yên Îraqê Dr. Haris Suleyman El Zarî, diyar kir ku ew baweriya xwe bi hukumeta ku ji aliyê El Caferî ve hatiye damezrandin naynin û bawer nakin ku ew dê pirsgirêkên Iraq a dagirkirî çareser bike. El Zarî wekî din got ku Kekuk bajarek e ku Kurd, Ereb, Tirk û Suryanî tê de bi hev re dijîn. Lewma ev bajar çi qas ji bo Tirkan girîng e ewqas jî jibo wan girîng e. Wekî din hat diyar kirin ku Îran dixwaze civîna din li Tehranê pêk were.

Ji aliyê din ve jî, serokwezîrê Tirkiye R.Teyyip Erdogan çû seredana Israîlê. Erdogan'ê ku bi Şaron re rûnişt, diyar kir ku ew bi Îsarîlê re di derbarê terorê de hevbîr in. Aliyê din de jî Erdoganê ku ewê biçe Filistinê jî, diyar kir ew dê di navbera Îsarîlî û Filistînîyan de rola şertefîniyê bilizin.

Derdorên muxalîf û Kurdên Tirkiye jî, van bûyeran dişopînin. Lê ew bi awayekî din nêzî vê yekê dibin. Îcar ev pêvajoya dawî tê ber çavan; serdana Sûrî ya serok-komar ê Tirkiye Ehmed Necdet Sezer u li dû wê civîna welatên cîran yên Iraq'ê û a di dawîyêde jî serdana Erdogan a Îsraîl'ê. Hin pirsnîşanan derdixe pêş. Tirkiye roleke wiha dilîze ku di rojhilata navîn de giraniya xwe bide hîs kirin. Çima ku ji pêkanên Kurdên Iraqê nerazî ye, û aliyê din de jî ji xwe re alîgiran digere ku li dij serhilda yên li welatê xwe bitepisîne.

Tirkiye, li dij Kurdên Iraqê, di gel Surî, ku bi salan e di navbera wan de pirsgirêka av û hatayê heye, hat cem hev û peymana danî. Bi rastî ev têkilî piştî dezgîr kirina Abdullah Ocalan dest pê kiribû; îcar ji bo derbarê Kurdên Îraqê xurttir bû. Iran jî wek welatek ku hejmareke ne hindik a Kurdan lê dijî, di vê pakta hanê de cihê xwe girt. Û Turkiye her çiqas Dewletên Yekgirtî yên Emerika'yê li dij vê yekê bû jî têkilî bi wan her du welatan re danî ku DYE, ew wek navendê şer bi nav dikir. Tirkîye, aliyê din de jî peyamek da welatên Misilman yên Ereb jî, û got, bila welatên misilman hin gavan bavêjin û demokrasiyê bînin, yan bêyî wan hin kesên din vê yekê dikin.

Turkiye çiqas nêzî Ereb û misilmana dibe jî, lê naxwze ji hêzeke wek Israîl dûr keve. Hemû hewldan ew in ku Tirkiye bo xwe destek peyda bike ; him bo Kurdên serhilda yên li welatê xwe û him jî bo Kurdên Iraqê.

XS
SM
MD
LG