Serokwezîrê Îraq'ê Îbrahîm El Caferî bizavê dike jimareke wezîran ku hêjî nehatine dîyar kirin îro dîyar bike.
Çaverê tê kirin ku îro, roja Sêşem'ê, hukumeta nu ya Îraq'ê sonda wergirtina karê xwe bixo. Karbidest dibêjin, rêzdar El Caferî hêj bizavê dike, ku Sunnîyekî bike wezîrê berevanîyê.
Li Samurra'yê hindek çekdar sê polîs kuştin. Û nêzîkî Remadî, bi kêmî ve 15 kes hatin kuştin, deh ji wan xirabkar in, ku di şerrekî de digel hêzên Îraqî u hevalbenda hatine kuştin.
Bi alîyekî din ve leşkerê Emerîkî dibêje, termê firokevanekî Emerîkî hatîye dîtin, ku yek bû ji du firokan ku roja Duşemê li Îraq'ê bê seruşun çûn. Û dibêjin hêşta lêgerîn berdewam in, li firovekanê duê.