Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush girtina El-Libbi bi serkeftin li dijî şerrê terorîzmê li qelem dide - 2005-05-04


Serok Bush dibêje, girtina endamekî bergumanî bilind yê El-Qaîde bi navê Abu Farraj al-Libbi, serkeftineke mezine di şerrê dijî terorîzmê de.

Bergumanê ku yek milyon dolar xelat bo girtina wî li ser serê wî hebuye bawerî wiha heye ku endamê jimare sê buye, di rêxistîya terorîstîya El-Qaîde de; herwisa têkiliyên nêzîk digel Usame Bin Laden hene.

Serok Bush dibêje bi girtina wî, gefekî mezin tête hilînan li ser Emerîka u welatên xwazyarên azadîyê ne.

Bergumanê ku xelqê Lîbya’yê ye, li Pakistan’ê tête xetabarkirin ku nexşekêşê serekîyê du hêrîşên bimbe buye, li dijî serok Pervez Musharraf li sala 2003’an. Serok Musharraf ji wan hêrîşan rizgar bu lê çend nobetdarên wî hatine kuştin.

îro Çarşem, wezirê agahîyê yê Pakistanê Şêx Rashid Ahmed gote rojnamevanan hêzên tenahîyê Farraj al-Libbi li berahîya vê heftîyê girtine, lê li kuve ew negot.

Herwisa karbidestên Pakistan’ê dibêjin wan 7 endamên berguman ên din yên El-Qaîde li devereke eşîreta girtine, sê ji wan Efganî ne u yek Ozbekî ku xwe li devera Bajaur veşartibun li nêzîkî tuxubê Efganîstanê.

XS
SM
MD
LG