Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ansar al-Sunnah, teqîna li bakura Îraq'ê li xwe danî - 2005-05-04


Îro roja Çarşemê li Bajarê Erbîl’ê li bakurê Îraq’ê êrîşkarekî xwekuj, tevî bimbeyekê xwe bi ser qerebalixê de teqand . Ev buyer li dora cihê ku gel nave xwe jibo polis bunê dinivîsîn pêk hat. Di encamê de bi kêmî 50 kes hatin kuştin u 100 ên din jî hatin birîndar kirin.

Li vî bajarê bêdeng yê Kurdan, dema ku ambulans mirî u birîndaran di kişandin nexweşxaneyan, pêrçeyên laşên mirîyan li der u dorê kolanan belav bubun u xwîna wan wek golekê hatibu rijandin.

Koma milîtanî bi navê Ansar al-Sunnah, vê kemînê li xwe danî u di malpera xwe yî înternetê de gote ku wan ev yek kirinê jiber şirîkatîya Kurdan bi Emerîka u hêzên hevgirî re.

Di nav vê heftîyê de ev bun 200 kes ku hatine kuştin ji ber van hêrîşên xirabkaran. Ji Pêncşema buhurî, ji dema serokwezîr Îbrahîm El Caferî lîsta kabîneyê dîyar kiribu u virdaye ku ev hêrîş wiha giran bune.

Roja Sêşemê hukumeta demî sond xwaribu, belê 7 wezaret bêy karbidest mabun. Birêz Caferî dibêje ku ew dê di nav çend rojên nêz de bêne dagirtin.

XS
SM
MD
LG