Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşandanên Misrîyan ji bo guhertinên sîyasî - 2005-05-04


Îro roja Çarşemê, bi hezaran Misrî yên ku piştgirên tevgera bi nave(Muslim Brotherhood) Biratîya Misilmanan in, ji bo daxwaza guhertinên sîyasî yên bi rastî bikin, li her alîyê welatê xwe, xwenîşandan kirin.

Polîs dor li mizgefta Qahîre’yê girtin ku xwenîşander lê civîyabun u daxwaza guhertina qanunan kirin u xwestin ku ew qanunên tengavîyê, yên ku bi deh salan kevnin bi yên Îslamî bên guhertin.

Gelek xwenîşander li dora paytextê jî xwenîşandanan kirin . Di dawîyê de polîsan 200 kes girtin lê di derheqê tundîyê de tu agahdarî nebune.

Serok Husnî Mubarek guhertinan jibo Desturê pêşnîyaz kiribu ku ew dê destur bida zêdeyî yek kesan ku karibin xwe ji bo serokatîyê , di hilbijartinên bên de destnîşan bikin. Parlaman ji bo vê pêşnîyazê heftîya bê ray dide. Hember, di tirsa vê dene ku wê guhertin bikin ku kesên xwe destnîşan dikin, têkevin tengasîyê u bi vî awayî tu mane ji guhertina qanunê re namîne.

XS
SM
MD
LG