Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush ji bo salvegera xelaseka Şerrê Yekem yê Cîhanê diçe Ewrupayê - 2005-05-06


Serok Bush, di 60mîn salvegera xelaseka Şerrê Yekem ya Cîhanî de li ser rîya Ewrupayê ye jibo seredana çar welatan.

Seredana pêşî, dê bo Latvîya yê be u roja Septê jî ew dê bi serokên Latvîyê, Litwanya yê u Estonya yê re kom bibe.

Ev rêberên Baltîkî bi Rusyayê re li hev nakin jiber desthilatdarîya Rusyayê li ser welatên wan ji bo 50 salan di dema Yekîtîya Sovyetê de, piştî şerrê cîhanê xelas bubu. Ji Rusyayê dixwazin ku dev ji helwestên xwe yên dagirker berde.

Serokê Litwanya u Estonyayê razî nabin ku beşdarî ahenga roja Duşemê li Moskowê bibin ku ev aheng li ser hevgirîya jibo berê dana Almanya ya Nazî bu.

Birêz Bushê ku tevlî ahengîyê dibe, ji televizyona Litwanyayê re got; ew dê ji serokê Rusyayê Vladîmîr Putîn re bêje ku xelaseka şerr ji dewletên Baltik re azadîyê nehanîye,

Herwiha birêz Bush diçe Hollanda u Gurcistanê jî.

XS
SM
MD
LG