Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putîn: Rusya tucar alîkarîya Hevgirîyê jibo berêdana Nazîyan jibîr nake - 2005-05-09


Îro roja duşemê, serok Bush piştî rê u resmên şêstemîn salvegera dawî hatina li Şerrê duem ya Cîhanî, ji Moskowê ber bi Gurcistanê bi rê dikeve.

Ji zêdeyî 50 welatan rêber, bi sebeba şahîya jibo 60’emîn salvegera xelaseka Şerrê Duem yê Cîhanê bo Ewrupayê, li Moskowê îro kom bun

Di axaftina xwe ya li Meydana Sor de serokê Rusya Vladimir Putin got di berêdana Nazîzmê de, Moskow tu car alîkarîya Dewletên Yekgirtî yên Emerîka , Brîtanya, Fransa u herwiha dijên faşîzmê li Almanya u Îtalyayê jibîr nake. Wî ev serkeftina Hevgirîyê wek serkeftina qencîyê li dijî xirabîyê anî zimên. Birêz Putîn herwiha ji sedan kevneşerkeran u kesên grîng ji gelek netewan wek Bush re got, lazime ji vê u pêde dinya tucar desturê nede şerrê sar an jî tu şerrî.

Piştî axaftina xwe serok Putîn, meşa zêdeyî heft hezar leşkeran li Meydana Sor li ber muzîka leşkerî temaşa kir. Peyra rêberên dinyayê gulbendekê danîn ber Gora Leşkerê Bênav.

Li Tiblîsê roja Sêşemê serok Bush dê axaftinek mezin ya bi piştgirîya demokrasîyê bike li Meydana Azadîyê ya paytexta Gurcistanê u dê seredanên xwe yên ji bo çar welatên Ewrupî temam bike. Ev meydan navenda Şoreşa Gulan bu ku berî 18 mehan pêk hatibu u bubu sebebê serhildanên ku destur dan hukumeta bi awayekî demokratîk bête hilbijartin

XS
SM
MD
LG