Serok Bush pesna gelê Gûrcistanê da ji ber merdînya wî bo bidest ve înana azadîyê û got rijdîya wî viyana rîformên dîmûkrasî li seranserî cîhanê belav kiriye.
Serok Bush gote civîneka deh hezar kesî li Tablîs ê , şoreşa wan ya bi aştî, şoreşa gûla, berî 18 meha nimûney dîmûkrasî gehand Lûbnan, Okrayîn, Îraq û Qerxîzistanê.
Piştî gotara li meydana Azadî yê li Teblîsê Serok Bush beref Washington bi rê ket. Ew meydan li sala 2003 bibû cihê xwenîşandana hezaran xelkê dijî hûkmeta Eduard Shevardnadze, û wan xwenîşandana Mikhail Saakashvili û hûkmeta wî ya gûherînxwaz îna ser desthelatê.
Serok Mikhail Saakashvili got Serok Bush şervanê azadîyê û dostê Gûrcistanê ye.