Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn u Koreya başur  li ser helwestên Pyongyangê jibo Sutemenîyên Navokî, xemên xwe dîyar kirin  - 2005-05-11


Çîn u Koreya başur xemên xwe dîyar kirin li ser agahîya Pyongyangê ku wan cihê heyşt hezar luleyên navokî yên ku bikar anîne guhertine li reaktora Yongbyon.

Wezîrê derve yê Çînê Liu Jianchao ji ajansa agahîyê ya Reuters re got, lazime haya Bakur hebe, ji helwestên ku wê wan ji danustendinên şeş alî dur bixe. Wezareta derve ya Koreya başur di daxuyanîya xwe de dibêje ev tevger dijî paqij kirina girava Koreyê ji çekên navokî ye.

Îro, roja Çarşemê Sera Spî got ev tevgerên wiha tuj, Pyongyangê di nav civaka navnetewî de hê zêdetir veder dike.

Koreya bakur meha buhurî ragihand wê reaktoreke xwe ya navokî girt heta bikaribe luleyên sutemanî jê derîne. Şareza dibêjin renge ew lule bên karanîn, bo durustkirina plutoniuma jibo çekan tê bi kar înan, di demê çend mehan de.

Serokê ajansa atomî ya Netewên Yekgirtî Mohamad ElBaradei van roja di axaftineke xwe de got ku ew bawere ku mumkune vêga zêdeyî şeş bimbeyên navokî yên Koreya bakur hebin.

XS
SM
MD
LG