Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karzaî ji NATO yê xweste ku hêj li Efganîstanê bimînin - 2005-05-11


Îro roja Çarşemê, di konferanseke çapemenîyê de li Brukselê, serokê Efgenîstanê Hamîd Karzayî, tevî sekreterê giştî yê NATOyê Jaap de Hoop Scheffer gote mayîna NATOyê li welatê wî jibo avakirina demokrasîyê gelek girînge.

Birêz Hoop Scheffer dibêje wezîfa NATOyê li Efganîstanê girînge u heta nîvê sala 2006an, ew wê hêzên hevgirîyê li her alî Efganîstanê belav bibe.

Vêga li Efganîstanê hêzên zêdeyî 8000 kesî yên navnetewî dibin destê NATOyê de li bakurê vî welatî u li Kabîlê jibo parastinê kar dikin.

XS
SM
MD
LG