Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Nepalî ji partîyên dijî Şahê vî welatî re pêşnîyazîya alîkarîyê dikin - 2005-05-12


Serhildayên Maoîst yên Nepalê alîkarîyê pêşnîyaz kirin ji partîyên sîyasî re, yên ku dijberîya Şah dikin jibo avakirina demokrasîyê.

Roja Çarşemê di daxuyanîyeke çapemenîya herêmî de derket, serokê serhildayê dibêje ew dê alîkarîyê bidin partîyên sîyasî yên dijî Şahê ku di meha Sibatê de hatibu ser hukm. Şah dibêje ji ber hukumet vê serhildana neh salî ne sekinandîye wî xwe anîye ser hukm.

Ji wan partîyên sîyasî yên ku her dem xwe ji serhildayan dur digirtin ji ber tundîyên wan yên Maoistî, heta niha tu agahî di derheqe vê daxuyanîyê de nehatî ye. Rêberên dijayetîyê, pişta xwenîşanderên aştîxwaz digirin.

Piştî ku li Katmandu dîplomateke Emerîkî (Christina Rocca )u Şah Gyanendra bi hev re kom bubun. serhildayan vê daxuyanîyê belav kirin. Washington xemên xwe dîyar kiribu ku Şah li ser mafên medenî zordarîyê dike u demokrasîyê bi paşxistîye.

XS
SM
MD
LG